Em derfetên perwerdehiyê yên jêrîn pêşkêş dikin:
- Perwerdehiya bingehîn a Almanî ji bo jinan*
- Amadekirina ji bo Testa Entegrasyona ÖIF A2
- Qursên xwendin û nivîsandina Tirkî/Almanî ji bo jinan*
Miteinander Lernen – Birlikte Öğrenelim ji sala 1984 an û vir ve li gorî hewcedarî û hêviyên beşdarên kursê xebatên perwerdehiyê pêş dixe û dide.
Di komeleya me de, di çarçoveya bernameya perwerdehiya bingehîn de qursên xwendin û nivîsandina Tirkî û Almanî A1 û A2 tên dayîn.
Bernameya perwerdehiya Almanî ya bingehîn ji bo jinan xwendin, nivîsandin, guhdarîkirin û axaftina bi Almanî, her weha jêhatîbûna matematîkî û dîjîtal, jêhatîbûna fêrbûnê, geryan, atolyeyan û şêwirmendiya perwerdehiyê pêk tîne. Her wiha di komeleya me de xizmetên perwerdehiya bingehîn a xwendin û nivîsandina Tirkî ji jinan* re tê dayîn.
Demjimêrên Qursê
berî nîvro 08.45 – 11.30
piştî nîvro 16.30 – 19.15
Lênêrîna Zarokan
Lênêrîna zarokan tenê ji bo zarokên yek salî û mezintir di qursa êvarê de heye.
Cihê Kursê
Miteinander Lernen-Birlikte Öğrenelim
Koppstraße 38/8, A – 1160 Wien
Xercên Kursê
Qursan bêpare ne!
Qeydkirina
Lîsteya bendê heye û divê pêşî were qeyd kirin.
Ji bo randevûyekê, ji kerema xwe telefon bikin:
Sêşem | 14.30 – 16.30 |
Çarşem | 12.00 – 14.00 |
01 493 16 08 an jî
Ji hêla Europäischen Sozialfonds, des Landes Wien und des Bundesministeriums für Bildung, Wissenschaft und Forschung ve tê fînanse kirin.